Leşkerên Siûdî ketin Bahreynê!

Hate ragihandin ku di karwên de 150 seyareyên bi zirx û 50 seyareyên çolteran hebûne lê ew rastî çekên wekî tank û fuzeyan nehatine.

2011-03-16 15:29:47

Bi qasî 1000 leşkerên Siûdî ketin Bahreynê û dezgehên hikûmetê xistin bin parastina xwe.
 
Her wiha ji Îmaratên Yekbûyî jî daxuyaniyek hat ku li gorî daxwazê leşker ber bi wî welatî ve hatine şandin.
 
Ev mehek e ku li Bahreynê rewş aloz e. Li gorî ragihandina çapemeniyê, duh serê sibê 1000 leşkerên Erebistana Siûdî ketin Bahreynê.
 
Şahidên bûyerê diyar kir ku karwaneke ku ji 200 seyareyan pêk tê ketiye paytexta Bahreynê û di ketinê de merasîmeke derbasbûnê ya bi qasî nîv saetî hatiye kirin.
 
Hate ragihandin ku di karwên de 150 seyareyên bi zirx û 50 seyareyên çolteran hebûne lê ew rastî çekên wekî tank û fuzeyan nehatine.
 
Diyar bû ku karwanê leşkerî ber bi devera malbata mîrîtiyê û nexweşxaneya leşkerî ve çûye.
 
Ji hêla hîkumeta Siûdî ve daxuyaniyek hate belavkirin û tê de hate gotin ku wan li ser daxwaza alîkariyê ya Bahreynê leşker şandine vî welatî.