Today's Zaman: Ahmet Altan ‘mirovê salê’ ye

Edîtorên rojnameya Today’s Zamanê ku li Tirkiyeyê bi zimanê îngilîzî tê weşandin, Gerînendeyê Giştî yê Tarafê Ahmet Altan, ji ber xebata wî ya ser veguherîna Tirkiyeyê, wek “Mirovê Salê” bijart.

2010-12-30 22:00:05
Di rêza “Mirovê Salê” de, Wezîrê Dewletê Ali Babacan, Wezîrê Ragihandinê Binali Yildirim û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu man fînalê. Mirovê salê, bi dengdana demokratîk a edîtoran hate tesbîtkirin.

Gerînendeyê Giştî yê Today’s Zamanê Bulent Keneş, ser pirsa gelo çima Ahmet Altan bijartine got, “Keda kesan a bo civakê, dema ku hê dijîn nayê dîtin û teqdîrkirin. Ahmet Altan ku damezrînerê rojnameya Tarafê ye, di salên dawî de, bo sivîlbûn, demokratîkbûn û azadiyê xebatên girîng kirin û me xwest ku weşaneke wiha û damezrînerê wê pîroz bikin.”

Edîtorên Today’s Zamanê destnîşan kirin ku, stîla nivîsa Ahmet Altan, derveyî yên tên zanîn e û stoyê xwe natewîne. Bi rexneya ser leşkeran bal kişand û ji rexneyên ku li AK Partiyê kirine jî dûr nema.

Kurê nivîskar û rojnamevan Çetin Altan, Ahmet Altan, ev 20 sal in ku di sektora medyayê de ye. Di sala 2008 de ji ber nivîsa xwe ya derbarî bûyerên ermeniyan de hate darizandin. Di sala 1995 de jî ji ber nivîsa Atakurd ji kar hate derxistin û 1 sal û nîv ceza jê hate birîn. Ji ber nivîsên rojnameya Tarafê jî, Altan heta 100 sal cezaya girtinê tê darizandin.