Bazirganiya Tirkiye û Iraq 10 milyar dolar in

Hat zanîn, îsal veguhertina bazirganî di navbera Iraq û Tirkiyeyê de gihişte 10 milyar dolaran.

2010-12-30 21:15:55
Endamê Komîteya Têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê Ebdilhisên Cabirî ji AKnewsê re got, “Bi beramber kirin digel sala borî, di vê salê de veguhertina navbera herdu welatan de zêde bûye.”

Cabirî amaje kir ku di 2009ê de veguhertina bazirganî digel Tirkiyeyê 8 milyar bû, lê îsal gihişte 10 milyaran.

Cabirî bal kişand ku îsal bêtirî 400 fîrmayên Tirkiyeyê di warê veberhênan û bicihanîna projeyên xizmetguzarî de li Iraqê dixebtin.

Cabirî aşkere kir ku Iraq dixwaze di sala bê de veguhertina bazirganî digel Tirkiyeyê bigihîne 12 milyar dolaran.

(AKnews)