'Celal Talebanî li pişta Malikî ye'

Siyasetmedar û parlementerê Kurd Mehmûd Osman diyarkir ku 'Her ji destpêkê were Celal Talebanî pişta Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî girtiye.'

2012-07-03 11:00:39
Li gor axivitina Mehmûd Osman ji rojnameya Çerq El Ewest ya Brîtanya re kirî, Osman got ku Îraq di qonaxeke nû ya dîktatoriyetê re derbaz dibe. Osman weha got "Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî milyonek çekdar xisitiye bin destê xwe, Celal Talebanî jî naxwaze bawerî ji Malikî bê vekişandin û bûye 'alîgirê wî'." Osman diyarkir ku Kurd, Ereb, Sune, Şîîa û Turkmen dixwazin ku bawerî ji Malikî bê stendin, lê ew guh li kesekî nake. Der barê têkiliya Talebanî bi Malikî re jî got "Talebanî naxwaze bawerî ji Malikî bê vekişandin, ew dixwaze civîna niştîmanî saz bike, ji ber ku baweriya Celal Talebanî bi stendina baweriyê nameye û her ji destpêkê were pişta Malikî girtiye" Osman got jî ku her kes bang li pêkanîna destûrê dike lê kesek detûrê pêk naîne, lê rast nabêjin, her kes li gor berjwendiya xwe li destûrê dinêre. Her weha Osman bang li Malikî kir ku xwe di ber çav re derbaz bike.

Avestakurd