Qomîsyona Lêkolîna Derbeyan

Meral Akşener û Karadayi hat guhdarî kirin....

2012-06-27 00:26:57
Qomîsyona lêkolîna derbeyan a meclîsê derbarê 28’ê Sibatê de Wezîra Kerên Hundir ya wê heyamê Meral Akşener guhdarî kir.
Hat hînbûn ku di hevdîtina ku 3 saet dewam kir de, akşener agahiyên gelek girîng daye. Akşener bilêv kir ku zirara, pêvajoya 28’ê Sibatê ya li ser aboriyê, 40 mîlyon dolar bû.
Parlamenteran ji Karadayi re anîn bibîranîn ku generalên heyamê digotin 'postmodern' darbe; bi ser vê bibîranînê Karadayi got: "kesê ev goti be, ew sersem e"
Endamên qomîsyona lêkolîna derbeyan a Meclîsê wezîra karên hundir ya heyama 28’ê Sibatê Meral Akşener guhdarî kir.
Hevdîtina ku li qesra Dolmabahçeyê hat kirin, nêzî 3 saetek nîv dewam kir.
Hat hînbûn ku Akşener, derbarê 28’ê Sibatê de agahiyên girîng daye qomîsyonê û diyar kiriye ku di wê heyamê de, li dijî desthilatdariyê qampanyaya rêşkirinê hatiye meşandin.
Ji bilî vê yekê Akşener diyar kiriye ku “di pêvajoya 28’ê Sibatê de, 40 mîlyon dolar zayî bû. Güven Erkaya ji min re got tu casusî û xwestin ku Orakoğlu ji wezifeyê derxim.”
Qomîsyona lêkolîn a Meclîsê paşê jî serokê sererkaniyê berê sererkanê giştî Orgeneral Îsmaîl Hakki Karadayi guhdarî kir.
qomîsyon berê jî ji serokkomarê 9emîn Sûleyman Demirel û Hûsamettin Cîndoruk agahî stendibû.