Barzanî: Li Iraqê rikeberiya mezin dîktatorî ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel wezîrên derve yên Swêd û Polonya û Bulgaristanê civiya û rewşa dawî ya Iraqê û Rojhilata Navîn behs kir û tekez kir ku li Iraqê metirsî û rikeberiya mezin dîktatorî ye.

2012-06-26 08:51:52
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel wezîrên derve yên Swêd û Polonya û Bulgaristanê civiya û rewşa dawî ya Iraqê û Rojhilata Navîn behs kir û tekez kir ku li Iraqê metirsî û rikeberiya mezin dîktatorî ye.

Civîn duhî, li bajarê Hewlêrê bi amadebûna serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Îmad Ehmed û hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê, digel Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê, Radosław Sikorski wezîrê derve yê Polonoyayê û Nikolay Meladenov wezîrê derve yê Bulgaristanê lidar ket.

Di civînê de pêşhatên siyasî yên herêmî, kirîza siyasî ya Iraqê û bi taybetî rewşa Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Serok Barzanî, di civînê de, helwesta Herêma Kurdistanê li hember pêşhatên siyasî yên herêmî, kirîza siyasî ya Iraqê û rewşa Sûriyeyê ji heyeta ewropî re zelal kir û got:

“Nuha Iraq di kirîzeke siyasî ya kûr de derbas dibe. Helwesta me zêdetir bergirîkirin ji destûr û demokrasiyê ye. Çavkaniya kirîzê jî hikumdariya yekesî, piştguhxistina aliyên siyasî, pêbendnebûna bi destûrê û piştguhxistina hemû wan peyman û rêkeftinên pêşwext hatine kirin ku, hikûmeta Iraqê li gor wan rêkeftinan hatiye avakirin. Lê em li ser wê yekê ku, ew kirîz li gor destûrê û bi rêyên demokrasî çareser bibe sûr in (bi îsrar in).”

Serok Barzanî got ku, niha ji bona ku lêpirsîn digel Malikî bê kirin dê wî bangî parlamentoyê bikin û ji bo standina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî 170 îmzeyên parlamenterên Iraqî amade ne.

Barzanî herwisa got ku, berê teror rikberiyeke mezin bû rû bi rûyê Iraqê bibû, lê belê niha tirsa mezin vegeriyana hikumê dîktatoriyê ye û dîktatorî rikberiyeke mezintir e ku, rû bi rûyê Iraqê dibe û ev yek jî rewşê û kirîzê aloztir dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa giringiya têkeliyên Herêma Kurdistanê digel welatên Ewropî kir û got ku, Herêma Kurdistanê dixwaze giringiyê bi têkeliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên Yeketiya Ewropayê bide. Herwisa Barzanî spasiya welatê Swêdê kir ku, di serdemên teng û dijwar de deriyên xwe ji penaberên kurd re vekirin û hevkariya wan kirin.

Heyeta welatên ewropî got ku, ew dê raporekê li ser serdana xwe bo dewletên herêmî û ew zaniyariyên li ser rewşa herêmî wergirtine amade bikin û pêşkêşî civîna wezîrên derve yên Yeketiya Ewropayê bikin. (AKnews)