Li Ser Avakirina Navendeka Navokîn

Rêberên Rûsya û Tirkîye rijd in li ser avakirina navendeka navokî li Tirkîye, herçende kêşeya navokî li Japonê berdewam e.

2011-03-17 10:19:11


Serokê Rûsî Dmitrî Medvedev û Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyib Erdogan roja Çarşembî li Moskow kom bûn.


Piştî kombûnê, birêz Medvedev got, tu erdhejek nikare zîyane bigehîne  navenda navokî ya Tirkîye.


Roja Çarşembî, kêşeya navokî li Japonê mezintir bû û astê lêçûneka tîşkên navokî li navenda navokî ya Fukuşîma zêdetir bû.


Erdheja bihêza roja Înî zîyan gihande navendeka navokî li wî welatî.