Li zanîngehê pevçûn: 3 birîndar

Li Zanîngeha 18ê Adarê ya Çanakkale ya Tirkiyeyê, îro ber bi êvarê di navbera xwendekarên bi nêrîna dijberî hev de pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

2010-12-30 22:00:05
Li gorî nûçeya CNN Turkê, li ber deriyê Kampusa Terzioglu ya Zanîngeha Çanakaleyê, 2 komên xwendekar ên dijberî hev, destpêkê bi dijûnan û piştre jî bi kulman li hev ketin.

Hate ragihandin ku, di bûyerê de 3 xwendekar bi kulman ji rûyên xwe bi awayekî sivik birîndar bûne.

Ji koma çepan xwendekarekî serî li îdareya zanîngehê da û xwest ku aliyê dîtir ku pevçûnê daye destpêkirin, bête cezakirin.

Piştî bûyeran, cenderme çûn cihê bûyerê bergiriyên ewlehiyê girtin. Hate ragihandin ku, derbarî bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.