Li Batmanê tabelaya BDP a kurdî hat rakirin

Li Tirkiyeyê bajarê Batmanê, tabelaya Kurdî ya ku îro danê sibê bi deriyê avahiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibû dalianin, danê êvarê ji aliyê erkdarên midûriya ewlehiyê ve hat rakirin.

2010-12-31 19:40:25
Piştî daxuyaniya BDPê ya “Li deverên ku piraniya akinciyan kurd in, tabelayên BDPê bi tirkî-kurdî bên nivîsandin”, rêxistina Batmanê ya BDPê jî li kêleka tabelaya tirkî, tabelaya kurdî daliqand.

Li gorî nûçeya CHAyê, tabelaya kurdî ya ku îro danê sibê, bi amadebûn Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya BDPê Mihdî Perinçek, berpirsên BDPê yên bajêr û navçeyan û nûnerên saziyên civaka sivîl û Wekîlê Şaredar Serhat Temel hat daliqandin, danê êvarê ji aliyê bi fermana Dozgerê Komarê bi hêceta ku dijî madeya “Ji bilî tirkî zimanekî din nayê bikaranîn” a Qanûna Partiyên Siyasî ye, hat rakirin.

Seroka BDPê ya Batmanê Saadet Becerikli, li hember rakirina tabelyê nerazîbûn nîşan da û got, “Heke AK Partî behsa demokrasî û azadiyê dike, wê dem ev çiyê? AK Partî, mafê kurdan ê axaftina bi kurdî tehemul nake. Ev pirsgirêk, bi rakirina tabelayê çareser nabe.”

Ji aliyekî din hat diyarkirin ku rayedarên BDPê dê 2 çileya 2011ê ji bo tabela kurdî îfade bidin.