Weke Henek li ser TRT 6ê

Li Tirkiyeyê, kanala resmî ya dewletê ya ku weşana xwe bi 24 seatan bi kurdî dike TRT 6ê, dê ji 1ê rêbendanê ve dest bi bernameyeke nû ya bi navê “Weke Henek”ê bike.

2010-12-30 20:45:31
Li gor zanyariyên ji TRT 6ê hatî bi dest xistine, derhênerê bernameya ku dê ji aliyê şîrketa Buyuk Anadolu Medya Grup’ê ve bê çêkirin, Şakî Kavak e û bername dê ji aliyê Eyûp Demîr(Eyo) vê bê pêşkêşkirin.

Bernameya Weke Henek dê ji 1ê rêbendanê ve her hefte li roja şemiyê di seat 18.40ê de dest pê bike ku ji beşên  Henekên Kamêrayê û Stranê biqedîne pê tê.

“Weke Henek” li Riha û Mêrdînê hatiye çêkirin. Eyûb Demîr berê jî li Kurd 1ê bernameya bi navê ‘Durbîna Eyo’ û li Kanal 4ê jî bernameya bi navê ‘Turist Ey’ pêşkêş kiribûn.