Kurteya nivîsên di rojnameyên 15 Kanûnê de
Rukiye Özmen– Azadiya Welat, Resul Tosun– Yeni Şafak, Aziz Üstel– Star, Hasan Cemal– Milliyet, Eyüp Can – Radikal
Serokek di arafê de (Eyüp Can – Radikal)
Eyüp Can, îro di nivîsa xwe de, bal kişandiye ser pirsgirêka kurd û daye zanîn vê pirsê jiyana gelek kesî guhart, berê hinan da çiyê hin li pey man. Hinek jî di navberê de man û diyar kiriye ku yek ji wan jî Osman Baydemir e.
Beşek ji nivîsê weha ye:
“(…) Her du xwendekarên ODTÜyê. Yek keç yek kur… Her du jî kurd… Dema xwendekariyê her tiştê wan bi hev re bûye. Li heman kampûsê çar salan bêyî ku destê xwe bidine hev dostaniyeke kûr bi hev re barandine. Bi awayekî xwezayî herî pir pirsa kurd nîqaş kirine. Evîneke hinek platonic, hinek şerminî jiyanê. Dema wan a mezûniyê hatiye. Xeyala kurik ew bûye ku bibe diplomat, keçik bêxeyal… A rast xeyala wê hebûye lê heta wê rojê cesaret nekiriye û ji mêrê herî pir jê hez dike re jî nekariye bibêje. Roja diploma xwe standî xwe xwarî ber guhê kurik kiriye û gotiye, ‘Ez ji Enqereyê vediqetim…’ Diçî ku? Diçim çiya…”
Çûyîn ber bi başiyê, an ber bi nebaşiyê ve ye? (Hasan Cemal– Milliyet)
Hasan Cemal, di vê nivîsa xwe de bal kişandiye ser birêveçûyina Tirkiyeyê û daye zanîn ku li Tirkiyeyê hin guhartin çêdibin lê ne diyar e ka berê wê li başiyê an li nebaşiyê ye.
Kurteyek nivîsê li xwarê ye:
“(...) Helbet Tirkiye diguhere. Ber bi başiyê ve, na nebaşiyê ve ye? Li gorî min ber bi başiyê ve ye... Aliyê baş ê terazûyê girantir tê. Lê li Tirkiyeyê tenê nîşanên başiyê nînin, yên nebaşiyê jî hene. Mixabin hin fêlên me yên nebaş didomin. Li navçeya Avanos a nevşehirê navê kuçe û kolanan hatine guhartin. Di dema şaredartiya AK Partiyê de, heft endamên ji AK Partiyê, çar ji MHPê û yek ji CHPê rabûne komisyonek saz kirine û biryar standine.”
Tevgera Gülen bi PKKê re tifaqê çênake (Aziz Üstel– Star)
Aziz Üstel, di nivîsa xwe de, bal kişandiye ser nûçeyên derbarê tifaqa Cemaeta Fethullah Gülen û PKKê û bal kişandiye ku cemaet bi rêxistinê re tu tifaqan çênake.
Hinek ji nivîsê li jêrî ye:
“(...) Çima nake? Ji ber ku Fethullah Gülen, di her derfetê de tîne ziman ku ew li dijî her cureyê tund û tûjiyê ye û madê wî jê radibe. Wek mînak, di bûyera Mavî Marmarayê de, ligel ku dizanî dê berê tîrên rexneyê bikevin ser jî, pê hesiyabû ku dê Israîl serî li tundiyê bide xwestibû ku ev hewldan were rawestandin. Tevgera Gülen, PKK û kurdên di nav sînorên Tirkiyeyê dijîn û welatiyê vî welatî ne, naxe heman rêzê. Li dijî herêmeke xweser a li Başûrojhilatê Anatolyayê ye.”
Mîsyona BDPê (Resul Tosun– Yeni Şafak)
Resul Tosun, îro di nivîsa xwe de, bal kişandiye ser nêzîktêdayîna di navbera PKK û Cemaeta Gülen de û misyona BDPê ya di vî warî de nirxandiye.
Nivîs bi kurtî wiha pê de çû ye:
“(…) Belkî we hemûyan di nûçeyan de xwendibe ku carina parêzerên Îmraliyê li ser navê muwekilê xwe bi hin nivîskaran re hin hevdîtinan pêk tînin. Bi nivîskarê Rojnameya Zamanê Huseyin Gülerce re rûniştine. Gülerce, ev yek veneşart, di nivîsa xwe ya 9ê Kanûna 2010ê de behsa vê hevdîtinê kir. Baş e ku kir jî. Lê hinekan ev hevdîtin wek lihevkirina cemat û rêxistinê belav kir, li ser vê Gülerce duhî bi ser navê “min xeletî kir” nivîseke dîtir nivîsand.”
Xela jinên kurdînivîs (Rukiye Özmen– Azadiya Welat)
Nivîskar ev gotara xwe bi kurtî wiha nivîsandiye:
“(...) Mirovahî ji zayenda nêr û zayenda mê pêkhatiye, lê ji ber ku balansek di navbera jin û mêr de çênebûye, wekheviya civakê jî ava nebûye ku civak ber bi nasnameya mirovahiyê ve biçe. Cîhana ku bi pergala mêran dimeşe aliyekî jiyanê seqet kiriye û civak bi lingekî birêve diçe.
Kîjan pîşe be, ger ew pîşe di navbera jin û mêr de neyê parvekirin bê guman wê ew pîşe bi pêş nekeve û astengiyên li jiyanê heyî wê kêm nebin.Yek ji van pîşeyan jî nivîskarî ye. Nivîskarî pîşeya herî zehmet e û di heman demê de xwedî bandora bê hempa ye li ser civakê. Pîşeya nivîsê mîrata mirovahiyê ya hevpar e, ew netewe û parzemînan nas nakê, yekane alava ku dibe pira di navbera gelan de. Ew xwe li ser sînorên siyasî re diqevêzê, neqşa raman û hîsên mirovahiyê ya duh û sibe radixê ber çavan.
Li gorî çavkaniyan cara ewil nivîs li ser xaka Mezopotamyayê hatiye afirandin, bi hezar salan re êdî nivîsê xwe ber bi kemilandinê ve aniye û gihiştiye heta roja me ya îro. Lê dema mirov li kurdan dinêrê, nivîskarî di nav civaka me de ji ber şert û şirûdên siyasî zêde bi pêş neketiye.
Aknews