Burhan Xelyûn derbasî Sûriyê bû

Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) Burhan Xelyûn duh bi awayekî nehênî derbasî xaka Sûriyê bû û çend saetan li hundirê Sûriyê ma.

2012-06-27 18:00:55
Serokê berê yê ENSê ku bereyeke serekî ya dijberiya Sûriyê ye, Burhan Xelyûn derbasî xaka Sûriyê bû û serdana çend gund û deverên nêzîkî sînorê Tirkiyê yên li ser parêzgeha Îdlibê li bakurê Sûriyê ku li jêr destê endamên artêşa azad a Sûriyê ne kir û heta çend saetan di hundirê Sûrî de ma û gelek civîn li gel leşkerên artêşa azad û xelkên deverê kirin.

Xelyûn bi awayekî nehênî û bi cil û kirasên ereban yên wê deverê xwe veşart heta bikaribe derbasî Sûriyê bibe, gava gihişt xaka Sûriyê jî xwe avêt erdê û xak ramûsand û hêsirên kêfxweşiyê barandin.

Xelûyn ji medyayê re ragihand ku ew li Sûriyê li gel “şoreşgerên” sûrî civiya û got ku: “Armanca serdanê ew e ku morala leşkerên artêşa azad bilind bibin, her wiha da bidim xuyakirin ku dawiya rêjîmê nêzîk bûye û deverên zêde yên xaka Sûriyê êdî ji bin destê rêjîma dîktator a Esed derketine û rizgar bûne.”