Gola herî xweşik ya Messi ye

Stêrka Arjantîn û Barcelonayê Lionel Messi, xelata golê herî xweşik û spehî yê sala 2010ê sitand.

2010-12-30 21:30:48
Li gor malpera Marca Ya Spanyayê, ew golê ku Messi li hmber tîma Zaragosayê anî wek golê herî xweşik yê îsal hat diyarkirin.

Messi di wê maçê de, gok ji lîstikvanekî hêla navîn yê Zaragosayê sitand û bi leze û awayekî gelek balkêş 4 lîstikvanên hêla parastina wê tîmê derbas kirin û gola xwe tomar kir.

Golê duyem yê herî spehî yê stêrka Portûgal û Real Madridê Cristiano Ronaldo bû ku li hember tîma Villa Real anî ye.

Ciwanirîn sêyemîn gol jî bo lîtikvanê Tottenhamê Garez Bal e bû.