Wate bi devoka Behdînî derket

Kovara Wate jimare pênc ku çend babetên siyasî û mêjûyî û kultûrî bi xwe ve digire û ji 152 rûpelan pêk tê, bi kurmanciya Behdînî jî hate weşandin.

2010-12-28 18:45:20
Jimareya vê carê ya kovara Wate bi tevahî bi devokê behdînî ye û babetên mîna "Komara Mehabad, Dûmahî salên jiyana Mistefa Barzanî, Nameyeka Îsmaîl Bêşikçî û Wêjeya Kurdî li Êketiya Soviyetê, Destpêkek bo nasîna Elî Herîrî, jiyan û wêneyên çend peykerên hunermend Şiwan Kemal, civaka veşartî û geştyariyek li Kuba" li xwe ve digire.

Di jimareya 5ê ya kovara Wate de, çend babet ji zimanê îngilîzî yên hatine wergêran bo ser zimanê kurdî hene.

Serbarî babetên biyanî nivîserên kurd, Bedran Ehmed Hebîb û Dr Tosinê Reşîd bi du şîroveyan beşdarî di vê jimareyê de kirine, her weha Rustem Axale nivîsek li ser jiyan û berhemên hunermend Şiwan Kemal berhev kiriye.

Hêjayî gotinê ye kovara Wate, kovareke rewşenbîrî giştî ye, Dezgeha Aras li Hewlêrê bi hevkarî digel Dezgeha Şefeq li Kerkûkê derdixe, heta niha pênc jimare jê hatine weşandin ku jimareya pêncê bi zaraveya kurmancî devoka Behdînî ye.