Kurteyên rojnameyên 28 Kanûnê

Qedexekirina beza salane ya bi boneya salvegera hatina Atatûrk bo Enqereyê û Îstîfaya 28 jinên di Wezareta Diyanetê ya Tirkiyeyê de mijarên sereke yên manşetên îro yên rojnameyên Tirkiyeyê ne.

2010-12-28 19:30:17
Serhildana 28 jinan ya li Diyanetê (Haber Turk)

Îstîfaya 28 jinên di Wezareta Diyanetê ya Tirkiyeyê de bûye manşeta îro ya Haber Turkê.

Li gor nûçeyê piştî ku Seroka Şaxa Jinan ya Waqfa Diyanetê Ayşe Sûcû ji kar hate dûrxistin, 28 hevalên wê bi armanca piştgirîdayînê ji Wezareta Diyanetê îstîfa kirin.

Di nûçeyê de tê gotin, “Hevkarên Ayşe Sûcû xwedîtî li wê kirin ku gotiye “serpoşîn şertê sereke yê Îslamî nîne”. 28 Hevkarên Sûcû bi civîneke rojnamegeriyê bi hev re îstîfa kirin.”

Jinên ku îstîfa kirine di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotin, “Seroka me, wê çendê selmand ku jina hevdem jî bikare bibe dîndar û ne bi şiklê xwe bi eqlê xwe xizmet bike.”

Beza Artêşa Tirkiyeyê hate qedexekirin (Cumhuriyet)

Wek gelek rojnameyên din Cumhuriyetê jî qedexekirina beza salane ya bi boneya salvegera hatina Atatûrk bo Enqereyê kiriye manşeta xwe.

Li gor nûçeyê, parêzgariya Enqereyê desTûr nedaye ku beza salane ya bi boneya salvegera hatina Atatûrk bo Enqereyê Garnîzona Enqereyê pêk bê.

Sererkaniya Tirkiyeyê jî di daxuyaniyaka nivîskî de got, “Ji ber ku ji bo meşa salane cihek nehat dabînkirin meş jî nehat pêkanîn.”

Partiyên dijber yên Tirkiyeyê jî didin zanîn de hanceta “ji bo ku tesîreke nehênî li ser jiyana rojane ya xelkê Enqereyê neke destûr nehatiye dayîn” ne jidil e, xelkê Enqereyê ev 78 sal in ji vê meşê bazê aciz nabin, gelo ev tercîha desthilata AK Partiyê ye?

Elewî ji daxuyaniyên Kilidaroglu dilteng in (Star)

Rojnameya Starê di manşeta xwe ya îro de behsa daxuyaniyên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û helwestên li hember wî kiriye.

Li gor nûçeyê, piştî ku Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got, “Nîşandana nasnameya xwe ya elewî û kurd, siyaseta li ser esasê nasnameya bawerî û kêmîne ye” elewiyan rexne Kiliçdaroglu girt.

Serokê Waqfa Ehlî-Beyt ya Dinyayê Fermanî Altûn li ser gotinên Kiliçdaroglu gotiye, “Ev hincet acêb e, aşkerekirina bawerî û binyada xwe,  redkirina yê li hemberê xwe nîne.”

Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Fevzî Gûmûş jî gotiye, “ Ger mirov elewî be divê nasnameya xwe ya elewîtiyê û ger kurd be nasnameya xwe ya kurdiyê îfade bike. “

Xweserî bû sedema parçebûna Osmaniyan (Turkiye)

Li gor yek ji nûçeyên rûpela sereke ya Rojnameya Tirkiyeyê, Serokê Komsîyona Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Bûrhan Kuzu gotiye, “Împaratoriya Osmaniyan ji ber xweseriyê parçe bûn.”

Kuzu dibêje, “Destûra Tirkiyeyê rê nade li welêt al û zimanê dûyê hebe. Daxwaza xweseriyê gelekî xeter e. Osmanî li herêma Balkanan dest bi sîstema rêveberiya nahiyayan kiribû. Lê ji ber vê modelê Împaratoriya Osmaniyan parçe bû.”

Erdogan diçe Iraqê (Yeni Şafak)

Yenî Şafakê di rûpela xwe ya destpêkê de behsa serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ya bo Iraqê kiriye.

Li gor nûçeyê, destpêkê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û piştî wî jî dê Erdogan bi şaneyeke bilind serdana Iraqê bike.

Erdogan duhî di axaftina xwe ya di çarçoveya civîna Yekîtiya Belêndarên Tirkiyeyê de daxwaz ji karsazên tirk kir ku herin li Iraqê veberhênanê bikin.


 (AKnew)