Barzanî 3 cejnên êzîdiyan kirin betlane
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara kirina 3 cejnên êzîdiyan bi betlane pesend kir.
Li gor biryara jimare 6 ya sala 2010ê ya ji Serokatiya Herêma Kurdistanê derçûye, diyar dike ku roja Sersala Êzîdî ku rastî çarşema yek ji meha nîşane tê pişûya fermî ye li sertaserî Herêma Kurdistanê .
Her wiha biryarê 3 cejnên êzîdiyan li Herêma Kurdistanê ji bo êzîdiyan bi pişûya fermî dan zanîn, Cejna Cumayî ya rêkeftî 7 ta 13 cotmehê û Cejna Çileyê Havînê ya rêkeftî 31 tîrmehê ta 2 tebaxê û Cejna Rojiya Êzîdiyan ya rêkeftî 1 kanûnê li pey rojimêra rojhilatî.
Ev biryar li pey pesendkirina Parlamentoya Kurdistanê di daniştina xwe ya jimare (7) di 26 cotmeha 2010ê de hatiye.
Hêjayî gotinê ye ku li gor çavkaniyên êzîdî yên ne fermî hejmara wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê nêzî nîv milyon kes e û piraniya wan li her du parêzgehên Nînewa û Duhokê niştecî ne.
AKnews