Zarokên xwe neşînin dersxaneyên wan

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çerçoveya mitîngên hilbijartinê de li Balikesirê bangî gel kir û li ser rêxistina paralel sekinî.

2014-03-01 21:52:24
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çerçoveya mitîngên hilbijartinê de li Balikesirê bangî gel kir û li ser rêxistina paralel sekinî. Erdogan di axaftina xwe de ji bo ku îro 17mîn salvegera pêvajoya 28ê sibatê ye û li Tirkiyeyê wek 'derbeya postmodern' tê binavkirin anî rojevê û got manşetên ku di derbeya 28ê sibatê de dihatin avêtin îro jî tên avêtin.

Erdogan manşetên ku wê demê digotin 'Erdogan nikare bibe mixtar jî" û daxuyaniyên Fethullah Gulen ên wek 'Hûn bi ser neketin, bihêlin û herin' ên ku li dijî hikûmeta Refah-Yolê gotibû anî rojevê û paşê jî daxuyaniya Fethullah Gulen a ku der barê sergirtinê de gotibû 'Sergirtin firûat e' bi bîr xist.

Erdogan wiha got: "Ew kesê ku niha li Pensilvanyayê ye defikan ji bo welat û gelê xwe çêdike û welatê xwe ji paş ve xencer dike. Dema ku êrîşî kesên sergirtî dikirin digot ji firûatê ye, yanî digot hûn dikarin serê xwe negirin. Keça min ji bo baweriya xwe serê xwe digire, tu çima tevlî wê dibî? Çimkî zarokên wî tuneye. Derdekî wî yê wisa tune. Lê derdê me heye."

Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku rêxistina paralel di pêvajoya 28ê Sibatê de li cem 5 saziyên sivîl ên ku piştgiriyê didan derbeya 28ê Sibatê cih girt û got ku ev helwest hê jî didome.

Erdogan wiha pê de çû: "Ev kes, ev dewleta paralel di 28ê Sibatê de xelatan didan yên ku derbeyan dikirin. Îro jî bi guhdarîkirinê alîkarî dide wan. Ev gel bêbextiyê ji bîr nake. Ev gel xencera bêbextiyê ji bîr nake. Ev gel dê hesab bipirse."

Erdogan, hilbijartina 30yê adarê şiband têkoşîna Quwayî Miliyeyê ya ku di dîroka avakirina Komara Tirkiyeyê de tê meneya şerê azadiyê û wiha got: "Hûnê di 30yê Adarê de hilbijartinekê bikin, hûnê yan bêjin Tirkiyeya nû yan jî bibêjin Tirkiyeya kevin."

Serokwezîr bi bîr xist ku ji hilbijartinê re 30 roj maye û wiha got: "Sekin tuneye, em ê derî bi derî bigerin. Em ê tiştên ku dizanin ji yên ku nizanin re bibêjin. Dê hin kesên din jî bên ber deriyên we. Dê ji we re bêjin 'Hûn raya xwe didin kê bidin, lê nedin AK Partiyê.' Vê bersivê bidin wan.' Li qisûrê nenihêrin, me li vî welatî xizmetên ku hatine kirin dîtine û gavên ku di qadên ewlehî û dadê de hatine avêtin dîtine. Me li vî welatî xizmetên ku li Balikesirê hatine kirin dîtine. Hûn qet şerm nakin, heke hûn dixwazin siyasetê bikin, biçin partiya xwe ava bikin û derkevin meydanê. Li vî welatî me nikaribû em sergirtî biçin dibistanê, lê îro em dikarin sergirtî biçin dibistanê. Xwestin yên sergirtî û sernegitî berî hev bidin. Lê îro em dikarin biçin zanîngehan û dikarin bibin memûr. Hûn çi dixwazin? Melayê we di 28 Sibatê de ji bo sergirtinê gotûbû 'sergirtin firûat e', li qisûrê nenihêrin, ji bo ku em ji wan melayan xilas bûne kêfxweş in, çimkî em dirûtiyê nakin.'"

Erdogan destnîşan kir ku ji dîrokê dê belgeyekê nîşan bide û nûçeya rojnameyekê ku di 3yê Tîrmeha 1960an de derketiya nîşanî gel da û wiha got: "Ez nav nadim, lê di 27ê gulanê de derbe kirine û Menderes avêtin girtîgehê. Der barê wî de nûçeyan çêdikin. Dixwazin Menderes qirêj bikin, tiştên ku li Menderes kirin îro dixwazin li AK Partiyê bikin."

Erdogan di axftina xwe de diyar kir ku Serokê Giştî yê CHPyê fîguranê "Hewldana Derbeyê ya 17yê Sibatê" ye û wiha got: "Melayê wan ê li Pensilvanyayê kasetên montajkirî dide destê wan û ew jî bi van montajan îdare dikin. MHP çi dike? MHPê xwe daye pişta CHPyê û piştgiriyê dide êrîş û bêbextiyê."

Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku 3 sal e bê hiqûqî têlefonên 3 hezar kesî guhdar kirine û bi navê "Rêxistina Selamê" rexîstinek ava kirine û her kes guhar dikin.

Erdogan bêbextiyên ku li kurê wî Bîlal Erdogan kirine bi bîr xist û wiha got: "Parêzerên kurê min serî li dadgehê dan û daxuyanî dan. Bêdestûr kurê min jî guhdar kirine. Ma mafê te heye tu wiha dikî? Bi vî awayî malbatan qirêj dikin. Ev nayê qebûlkirin."

Erdogan diyar kir ku sirên dewletê guhdar dikin û wiha got: "Ez jî guhdar kirime. Hûn çawa serokwezîr guhdar dikin."

Erdogan destnîşan kir ku axaftinên me yên navneteweyî guhdar kirine û got ku ev ne însanî ye ne jî wijdanî û îslamî ye û wiha axivî: "Ey Pensilvanya, bangî te dikim, heke tu mêr î were welêt. Heke siyasetê dikî were vir. Bi ananas û kitêb û tizbiyên ku dişînî ev îş nabe. Ya rast ez hatim xapandin, min hûn nas nekirin. Ji min re kitêbên xwe dişand û pesnê min dida. Lê em ê dev jê bernedin û heta dawiyê biçin. Yên ku êrîşî ewlehiya me ya neteweyî dikin dê hesab bidin."

Erdogan diyar kir ku bila gel netirse, dê hesaba vê bêbextiyê bipirsin û wiha got: "Ez bangî kesên xalis û ji dil ên ku di nav dewleta paralel de dikim. Ev organîzasyon di nav bêbextiyê de ye. Dewleta paralel di nav helwesteke qirêj û di nav bêbextiyê de ye, lewra agahî û razên dewleta xwe bi dest dixe û serwîs dike. Divê birayên min ên saf û paqij ji vê organîzasyonê haydar bin. Hûn dizanin çiwa wiha hêrs bûn? Ji dersxaneyan, di nav salekê de milyar dolarek jê qezenc dikirin. Piştî ku me pêşnûmeya dersxaneyan pêşniyar kir, hêrs bûn. Li dijî me şer dikin, lê dê zagona dersxaneyan derkeve."

Serokwezîr Erdogan ji Balikesirê bangî hemû Tirkiyeyê kir û got ku bila her kes zarokên xwe ji van dersxaneyan derxe. Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Zarokên xwe neşînin van dersxaneyan, helwesta xwe nîşan bidin. Çimkî di çapemeniya wan de derew heye, buxtan heye. Hûnê çawa helwesta xwe nîşan bidin, hûn ê boykot bikin. Dê wê demê fehm bikin ku ev lîstik çiqas xelet e û di nav bêbextiyê de ne. Piştî ku di 30yê Adarê de di sindoqan de ampûla AK Partiyê vêket, dê ev bibe mîlad."