DÎŞI ji Azezê vekişiya, sûriyeyî vedigerin welatê xwe

DÎŞI ji bajaroka Azeza Helebê vekişiya û ji ber vê sûriyeyî vedigerin welatê xwe

2014-03-01 21:50:26
Hêzên rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji bajaroka Azeza Helebê vekişiyan û li ser vê sûriyeyî ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê re vedigerin welatê xwe.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Weqfa Alîkariya Mirovan (ÎHH) bi dest xist, DÎŞI ji bajaroka Azezê û ji gundên Azezê vekişiya. Li ser vê sûriyeyiyên ku li Kîlis û derûdora Kîlisê diman vedigerin welatê xwe û li ber deriyê sînor siqletî zêde dibe.

Necar Evdilwehabê sûriyeyî daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku piştî DÎŞI ji bajaroka Azezê û derûdora wê vekişiya gel paşve vedigere. Evdilwehab diyar kir ku DÎŞI li herêmê zilmeke mezin li gel dike û wiha got: "Piştî ku DÎŞI vekişiya gel diçe ber deriyê Deriyê Sînor ê Oncupinarê û vedigerin welatê xwe."

Berpirsiyarê medyayê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Ehmed Mihemed Elî duh di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû DÎŞI ji bajarokên Azez û Çobanbeyê vedikişe û ber bi herêmên Raqqa, Carablus û Babê ve diçin.