Malbata Kurd nehêla ala li tabûta kurê wan bipêçin

Malbata leşkerê Kurd ê bi navê Hakan Koçer ku li navçeya Gever a Colemêrgê di encama şerê ligel gerîlayên HPG’ê de jiyana xwe ji dest dayî, li dijî rayedarên leşkerî nerazîbûn nîşan dan û nehêlan ala Tirkan li darbestiya kurê wan bipêçin.

2012-06-27 17:39:05
Leşkerê Kurd ê bi navê Hakan Koçer ku di pevçûna li bejahiya navçeya Gevera Colemêrgê di encama şerekî navbera gêrîlayên HPGê û artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê da diyarkirin ku li cihê behsa şer tê kirin, pevçûn neqewimiye û anî ziman ku ew ji mirina kurê xwe bi fikar in û li hemberî rayedarên ku dixwestin merasîma leşkerî lidar bixin derketin û gotin ew ê merasîma leşkerî pêk neynin. Malbatê nehiştin ala Tirkan li darbesta kurê wan bipêçin.

Xizmê Koçer, Mehmet Vasif Çelîk ku gerîlayê HPG’ê di 21’ê adarê de li Çiyayê Cûdî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû.

Hakan Koçer zarokê malê yê heştemîn bû, berî bê kuştin bi telefonê ligel dayîk û bavê xwe bi axivî bû. Dayîka wî Fecrihan Koçer diyar kir ku 4 mehe kurê wî çûye leşkeriyê û dest bi amadekariyên ji bo şahiya kurê xwe dikirin.