Erdogan: Em ê bi tundî bersivê bidin

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di merasîma vekirina 'Hurkuş Uçagi' de axivî û dewleta Suriyeyê weke 'dewleta çete' bi nav kir. Erdogan got: 'Em ewlehiya tu dewleta tehdît nakin. Lê em li hemberî gef û êrîşan jî dê bi hêz û tund bersivê bidin û dê ji vê yekê teredurê nekin.'

2012-06-27 17:13:12
Serokwezîr Erdogan tevlî merasima "Hurkuş Uçagi" ya li tesîsên TUSAŞ'ê bû û li wir axivî. Erdogan, bal kişand ser pevçûna li navçeya Dihê ya Sêrtê û got, "Tirkiye dê ji belaya 'terorê' xelas bibe. Merasîma me jî nîşaneya wê yekê ye." Erdogan, diyar kir ku êdî Tirkiye hatiye asta balafirên xwe çêbike û dê desthilatdariya xwe ya li herêmê zêde bike. Erdogan, anî ziman ku Suriyeyê li hemberî Tirkiyeyê êrîşeke "elçaq" pêk anî û bi hêvî li benda pîlotên winda ne. Erdogan, da zanîn ku êdî Tirkiye xwedî balefirên bê mirov e û artêşa Tirkiyeyê artêşa cîhanê ya herî bi hêz e.

Erdogan, bilêv kir weke Tirkiye niyeta wan a êrîşê tuneye û wiha got: "Em ji bo aştî, yekîtî û tevkariya Tirkiyeyê û gefên li dijî yekîtiya me parastinê dikin. Çavê me ne li axa tu welatan ne. Em gefan li ewlehiya tu welatan jî nakin. Lê emê li hemberî gef û êşên li dijî me jî bi hêz û tund bersivê bidin û ji vê yekê teredutê nakin. Em li hemberî hemû rêxistinên dijzagonî têkoşînê didin."