Wêneyî Kîm bû 40 salî

8ê Hezîrana sala 1972’an Phuc Kim ya ku ji sê rojan û vir ve xwe spartibû perestgeha Cao Daî bi qêrînekê veciniqî: Pêwîste em ji vir derkevin, dê vir bombebaran bikin û em hemû dê bimirin.

2012-06-26 15:22:44
Kîma 9 salî nêzî derketina perestgehê bû. Bi tevgerbûnekî sivik ji nava qerlebalixê derket û dest bi bezê kir. Tenê du sê pêngavan çûbû, dît ku bombeyên dukêla bi rengê zer û xemir jê diçin, barîn ser perestgehê. Di carekê de her tişt weke pêtek agir lê hatibû.

Li ber Kîm cilên pembû yên ku gundiyên Vîetnamiyan li xwe dikirin, hebûn. Agir bi milê wî yê çepê û derlingê wî yê çepê ketibû. Panîkê girt û cilên xwe ji ber xwe kirin. Laşê wî dişewitî. Ket ser rê û bi birayê xwe re dest bi bazdanê kirin.

Hinekê li pêş, rojnamevanên biyanî yên cilên leşkeran li xwe kiribûn û li şer temaşe dikirin hebûn. Dema ku dîtin zarok ber bi wan ve tên, rojnamevan jî ber bi wan ve beziyan. Di vê navberê de Kîm hewar hewar diqêriya. “Pir germ e, pir germ e”

Yek ji van rojnamevana jî wênevanê Associated Press (AP) Huynh Cong Nick Ut bû. Dema ku Kima biçûk nêzî wî bû pê li deklanşora makîneya xwe ya wêneyan kir û kêliyekê ku bi salan di bîra mirovahiyê jê neçe zindî kir.

Ut ku rojnamevanekî ciwan yê 21 salî bû, Kîm xist wesayîta xwe û bir nexweşxaneyê. Kîm li wir hêla û çû buroya xwe AP ya li Saygonê.

Dema ku wêne hatin şuştin, Ut wêneyê Kîm bir danî ber editor Horst Faas. Heya wê demê polîtîkayekî pir hişk ya AP li dijî tazîtiyê hebû. Her duyan jî dizanî wê ev wêne him quralên AP’ê û him jî berdewamiya şer bide guhertin, herwiha bêxe nava nîqaşekê.

Piştî çend rojan wêne li rojnameyên her çar aliyên cîhanê ket rûpelê destpêkê. Hemû cîhan li beramberî vê bedena keça biçûk ya ji ber nepalmê şewitîbû matmayî bibû.

Rojnamevanekî din yê bi navê Chrstopher Wain ku li cihê bûyerê bû dê derxistiba holê ku Kîm dijî. Wain cara yekem dema ku şewata li ser laşê Kîm dît av pêde dike, herwiha hêla ku ji bo birînên Kîm derman bikin şand, yekîneya Barsky ya li Saygon ku tenê ew nexweşxane hebû.

Dema ku Kîm hat ser hişê xwe li nexweşxanê bû. Di laşê wê de sedî 30 şewat hebû û di pileya sêyem de şewat hebû. Her sibeh di demjimêr 8.00an de crème ku şewitîbû ji aliyê hemşîreyan ve dihat paqijkirin û tevnên mirî dihatin rakirin.

Kîm 13 mehan li nexweşxanê ma û piştre vegerî gundê xwe. Rêveberiya Vîetnamê piştî şer destûr da ku bi rojnamevanên biyanî re bê cem hev. Di vê navberê de hêjmarek zêde endamên çapemeniyê bi Kîm re hevpeyvîn çêkirin. Piştre Kîmê li Kubayê xwend. Bi yekî Vîetnamî re zewicî û çû Kanedayê.

Kîm di sala 1999’an de pirtûkekî ku jiyana xwe rave dike weşand, niha jî di UNESCO’yê de weke qasidê Niyetbaş kar dike.