HPG’ê du mamoste serbest berdan

Li Bedlîsê du mamosteyên ku ji aliyê gerîlayên HPGê ve hatine binçavkirin, serbest hatin berdan.

2012-06-26 15:20:29
Waliyê Bedlîsê Nûrettîn Yilmaz di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku mamosteyên li Wanê kar dikirin û li ser rêya Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatine berdan. Walî diyar kir ku mamosteyên bi navê Mehmet Örk û Ömer Sürücü niha li qereqola Çeltîklîyê ne.