Zarokên Şanliurfayê

Di betlaneyê de hînê pîşeyê dibin..

2012-06-25 17:06:15
Li giştiyê Turkiyeyê dibistan ketin betlaneyê. Di betlaneya havînê de hin xwendekar digerin, bêhna xwe vedidin û bi vî awayî stresa salê ji ser xwe diavêjin. Lê hin jî ji ber ku derfeta wan tuneye û bi mecbûrî dixebitin, dikevin karekî û hînî wî karî dibin. Wekî zarokên li xana gümrükê a Şanliurfayê.

Temenên wan di navbera 10 û 14 salan de diguhere. Lêbelê ew him ji bo piştgrî bidin debara malbata xwe him jî ji bo hînê karekî bibin dixebitin.

Hinên wan li ber hosteyan hînê xemilandina sifirê dibin. Bi zor û zehmet bi baldarî şiklên ji hev xweşiktir li ser sifiran çêdikin.
Hinên wan li ber terzî kincan didûrûn..

Hinên wan jî ûtiyê dikin.

Bêguman li ser kar, ji bo wan dema herî xweş dema xwarinê ye.
Dema dibistan vebûn, karê wan jî dê diqede.