Barzanî: Bila bûdce bi awayekî şefaf were amade kirin

Serokê IKFB birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek belav kiriye û ragihandiye ku, di derbarê meseleya bûdceya Hikûmeta Kurdistanê de min nameyek ji Serokê Parlementoya Kurdistanê re şandiye

2012-06-25 16:58:45
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de eşkere kiriye ku, di vê nameya han de daxwaz ji Serokê Parlementoya Kurdistanê kiriye daku, bi awayekî vekirî û zelal û berfire di derbarê bûdceyê de bi tevahiya aliyên heyî yên di nava Parlementoyê re danûstandinan bikin û bûdce bi awayekî bêkemanî û bêyî kemûkurtî û şefaf were amadekirin.

Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de nivîsandiye; Eger hin kes jî hewl bo vê yekê didin daku, her wisa pesend kirina bûdceyê rawestînên vê ev yek zerereke gelek mezin bide tevahiya aliyan lewre pêwîste di demeke nêz de bûdce bêyî ti kemasî were pesendkirin.