Gelek stiranên kurdî di arşîva TRT-ê de hene

Wênesaz (resam) û rojnamevan Fikret Otyam dibêje wî 50 sal berê, piştî darbeya 27 gulanê stiranên kurdî tomar kirine û dane TRTê, kaseda stiranan jî nuha li TRT-ê di sindoqekê de mohrkirî ne.

2011-03-17 13:36:22

Wênesaz (resam) û rojnamevan Fikret Otyam dibêje wî 50 sal berê, piştî darbeya 27 gulanê stiranên kurdî tomar kirine û dane TRTê, kaseda stiranan jî nuha li TRT-ê di sindoqek de mohrkirî ne.

Fikret Otyamê ku nuha li Antalyayê dijî weha behsa çîroka ew stiranên ku tomar kirine dike" Piştî darbeya leşkerî ya sala 1961-ê bi destûra Komîteya Yekbûna Netewî (Milli Birlik Komitesi) ji bo em hevpeyvînan ji Radyoya Anqereyê re çêkin em çûn rojhilat.
Komîteya Yekbûna Netewî efserekä jî dabû cem me. Dema�wî efserî bi şevê diçû Mala artêşê(Orduevi) me jî hevpeyvînan çêdikir. Di vê demê de me hin stiran dibihîstin ku berê qet me ew ne bihîstibûn. Nêzî 60- 65 stiran min di kasedên TRT-ê de tomar kirin."

Otyam di derheqê sindoqa ku li TRTê ye jî wisa dibêje "Min wan kasedan wek diyarî da Radyoyê. Ji ber ku ew yên dewletê bûn. Ji ber ku perê min jî tunebûn min nikaribû kopyakî jî ji xwe re jî çêkim. Beriya du salan ez pê hesiyam ku ev kased di TRT-ê de di sindoqekê de mohrkirî ne û li serê jî nivîsîne `qedexeye derkevin derve`"
Otyam dibêje "tirsa min ewe ku ev stiranên ku min di kasedên manyetîk de tomar kirine xera nebin. Daxwaza min ewe ku dawî li hepsa van stiran bê."

Otyam dibêje nuha TRT-6 dest pê kiriye û min bihîst ku hinekan gotiye ku ewê van stiranan bikarbînin biweşînin lê ji bo vê ewê nikaribin maf (telîf) bidin Fikret Otyamî, " Ez telîf naxwazim daxwaza weşana stiranan dikim"

Stiranbêj Hasan Saltik jî dibêje " Me pirr xwest em van stiranan bikar bînin lê burokrasiya TRTê asteng bû jime re. Gelek stiranên tomarkirî yên wek Fikret Otyam li TRT-ê hene. Lê beriya 30 salî mudûrek radibe kaxizekî li ser sindoqa wan dixwe û dinivîse ev nabe bêne weşandin Piştre kî tê ji tirsa nikare dest bavêje wê. Kes napirse çima ev qedexe heye jî.
Hasan Saltik dibêje hin lorînên(agit) ku ji alî Yaşar Kemal ve hatine tomarkirin jî di wezareta kulturî de tomarkirî hene û gelek stiranên din yên wek Otyam tomar kirine wek stiranên Suryanî û lazî jî dîsa di wezareta kulturî de tomarkirî hene.

Fikret Otyam kî ye?

Fikret Otyam di sala 1926an de lI Aksarayê çêbûye.Ew wênesaz, Nivîskar û rojnamevan e.� Ew di rojnameya Cumhuriyetê de qunciknivîs bû. Di salên 60-î de bi hevpeyvînên xwe yên ji bajarên rojhilat û başûrê rojhilat(Bakurê Kurdistanê) hate naskirin. Piştre wî van hevpeyvînên xwe di gelek piştûkan de berhev kir.