Êrîşkarên li hemberî Tatlises tesbîtbûn

Doktorên Îbrahîm Tatlises vê sibehê eşkere kir ku Tatlıses çavên xwe vekirine û li gel doktorên xwe xeber jî daye.

2011-03-17 14:10:25
Doktorên Îbrahîm Tatlises vê sibehê eşkere kir ku Tatlıses çavên xwe vekirine û li gel doktorên xwe xeber jî daye.

Lê xetera li ser jiyana wî hê ranebuye, ew bi kêmbûn her berdewam e. Gava ew hat nexweşxaneyê xeter %80 bû nuha daketiye %10-ê Ji alî din polîsê lêpirsîna êrîşa ser İbrahîm Tatlises ragihand ku wan nasnameyên herdu êrîşkaran tesbîtkirine, lê nasname ji bo selameta lêpirsînê nehatin eşkerekirin.

Tiştekî balkêş e ku li Tirkiyeyê rojnameyên alîgirên ergenekoniyan bi israr dixwazin êrîşa ser Tatlises bi Herêma Kurdistanê ve girêbidin. Mesela di hejmara xwe ya îro de rojnameya Cumhuriyetê jî îdîa kir ku wê ji rojnamevaneka jin a ji Iraqê a bi navê Nidhal Ail Shbib�ku nuha li Londonê dijî, agahiyek wergirtiye ku, rojnamevanê di dema ketina balafireka taybet a tirk de li nêzî Silêmaniyê, ji televizyoneka Lubnanî a bi navê Al Sumariya; di bandeka binê nûçeyan de xwendiye ku Îbrahîm Tatlises jî diviya bi wê balafirê biçe, lê berî balafir rabe wî dev ji çûnê berda. Li gor rojnamê Al Sumariya li Lubnanê weşanê dike lê xwediyê wî yekî iraqî ye.

Di balafira taybet ya ketî de wek tê zanîn 7 sermiyangêrÊn tirk jî jiyanên xwe ji dest dabûn. Di vê navberê de wezîrê hundur ê berê Beşîr Atalay ragihand ku Ihmaleka ciddî a zêrevanên Tatlises di biserketina êrîşê de heye. Di dema êrîşê de du zêravanên Tatlises di otomobila li pey a wî de bûn. Wan midaxele nekir, li pey êrîşkaran neçûn, daketin kovanên gulleyên klaşnîkofê kom kirin û li pey otomobîla Tatlisê birîndar çûn nexweşxanê.

Polîs îfada zêrevanan girt. Zêrevan di polîsên xanenişîn ên ji Daîreya Hereketa Taybet in. Ev hêz wek hêzên ser bi dewleta kûr ve tên naskirin.