Sînemakarên Bosnayê dijî girtina derhêneran derketin

Komek ji derhêner û hunermendên sînemayê yên Bosnayê li ber sefaretxaneya Îranê li paytexta Bosnayê Srayevo kom bûn û nerazîbûna dijî girtina derhêneran nîşan dan.

2010-12-30 20:30:33
Li gorî nûçeya malpera “iranpressnews.org”, nêzîkî 50 derhêner û hunermendên sînemayê li ber sefaretxaneya Îranê li bajarê Sarayevo kom bûn û dijî biryara dadgeha Îranê ya dijî derhênerên sînemayê  Cefer Penahî û Mihemed Resûlov nerazîbûn nîşan dan.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, 18 kanûna 2010ê, bi hêceta “dijayetî li hember îslamê” cezayê 6 sal zîndan û 20 sal qedexekirina karê hunerî ji derhêner Cefer Penahî re birîbû. Penahî, vê gavê di zîndana Êvîn de girtî ye.

Derhênerê Bosniyayî Mihemed Resûlov jî, di dema aloziyên piştî hilbijartinên 2009ê yên serokomariya Îranê, li mala Penahî hatibû girtin.

AKnews