Lîstikvanê herî baş Schweinsteiger e

Lîstikvanê Almanya û tîma Bayern Munich ê Bastian Schweinsteiger wek lîstikvanê herî baş yê Almanyayê hat destnîşankirin.

2010-12-28 17:45:10
Li gorî rapirsiyeke ku ji bal Kovara Kicker Sport ya Almanyayê ve hatiya encamdan, Schweinsteiger baştirîn lîstikvanê sala 2010ê li wî welatî ye.

Schweinsteiger ê 26 salî di vê dawiyê de girêbesta xwe digel Bayern Munich heta sala 2016ê dirêj kir. Ew yek ji lîstikvanên herî baş yên hêla navîn e li cîhanê.

Bastian Schweinsteiger heta niha 223 maç di Lîga Almanyayê de lîstiye û 5 şampyon digel Bayern Munich bi dest aniye.