Nabucco di 4 salan de amade ye

Hate diyarkirin ku projeya Nabucco ku dê di ser Tirkiyeyê re xazê ji Asyayê veguhêze Ewropayê, dê sala 2015ê biqede.

2010-12-28 18:15:52
Gerînendeyê Giştî yê Nabucoo yê Tirkiyeyê Erdal Tüzünoğlu, duhî li Mêrsînê civîna agahdarkirinê ya “Beşa Projeya Nabucco ya Tirkiyeyê a Xeta Xazê” li dar xist û tê de wiha axivî:

“Ev proje ji destpêka xwe ve îsal sala 8ê diqedîne. Di vê heyamê de qonaxeke girîng hate kudandin. Ji ber bandora konvektoran ev proje carina hêdî carina jî zû bi rê ve çû. Bi beşdariya Almanyayê jî, 6 welat vê projeyê bi rê ve dibin. Hevparên projeyê Almanya, Avusturya, Macaristan, Romanya Bulgaristan û Tirkiye ne.”

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Tüzünoğlu, da zanîn ku bi peymana Tîrmeha 2009ê ya li Enqereyê di navbera hikûmetan hate îmzekirin re projeyê qonaxeke girîng kudand û wiha got:

“Ev proje digihêje 4 hezar kîlometroyî. Di ser 5 welatan re derbas dibe. Beşa herî mezin û dirêj di Tirkiyeyê re derbas dibe. 2 hezar û 730 kîlometre dirêj e. Xeta başûr a Sêwaz –Silopiya jî 730 kîlometre ye. Xebatên li ser vê derê berdewam in. Plana me ye ku heta sala bê bi dawî bînin.”

Tüzünoğlu, aşkere kir ku pêvajoya avakirinê dê nîvsaleya duyem a 2012ê bidin destpêkirin û ev ê sê salan berdewam bike. Rayedarî, bal kişand ku butçeya wê 7,9 milyar euro ye û plan ew e ku li dora 5 milyar euroyê wê li Tirkiyeyê serf bikin.