Kurteya nivîsên di rojnameyên 28 Kanûnê de

Oral Çalışlar – Radikal, Mehmet Tezkan–Milliyet, Mümtaz’er Türköne – Zaman, Sedat Laçiner – Star, Adil Zozanî – Azadiya Welat

2010-12-28 18:30:32
Tifaqa Bahçeli, Erdogan û Kılıçdaroğlu (Oral Çalışlar – Radikal)

Oral Çalışlar, îro di nivîsa xwe de, bal kişandiye ku Kılıçdaroğlu, bi rojane ji Erdoğan re digot baxive. Serokwezîr axivî. Ewil Bahçelî pîroz kir. Dora Kılıçdaroğlu ye.

Beşek ji nivîsê wiha ye:

“(…) Em diçin diçin, vedigerin ser heman noqteyê. Pirsa kurd, pirseke milî ye. Cihê em gihiştine ew e: Wexta wê ye ku tirk bi kurdan re peymanekê nû ya civakî girêdin û ev gelekî girîng e. Çimkî peymana berê bi darê zorê pê dane qebûlkirin û israra di wê de, hişt ku rê li şerekî bi hêza navîn veke. Hê jî em ji vê tabloyê derneketine. Ji bo ku peymana nû ya civakê biçe serî û diviya ptprîteya serdestê Tirkiyeyê, bi rastî jî ‘mafên bingehîn ên kurdan’ bipejirîne. Lê siyasetmedarên me dibêjin kurd ‘duzimaniyê’ li ser me ferz dikin.”      

Ma çi karê we yên din nîne? (Mehmet Tezkan–Milliyet)

Mehmet Tezkan, di vê nivîsa xwe de, bal kişandiye ser gotinên Serokwezîr Erdogan ên derbarê danezana KCDê de û daye zanîn ku Serokwezîr nivîskarên tirk ên beşdarî komxebatê bûne rexne kirine.

Kurteya nivîsê bi vî awayî ye:

“(...) Tişta ez tênegihîştim daxwaza xwe bêdengkirinê nîne... Tiştekî din e. Serokwezîr, ji tirkên beşdarî komxebata Diyarbekirê bûne bêzar bû... Hêrs bû ka çima mijar nivîsandiye. Zivêr bû ku mijar li ser televîzyonan tê nîqaşkirin... Got, ma çi karê we yê din nebû... ez bi wê hesiyam, ku Serokwezîr bangî wan kesên ku tam karê xwe dikin, kir... Ez hesyirîm, çimkî pêşîvekirina AKPê bi wan kesên ku gotê ‘ma çi karê we yê din nîne’ dest pê kiribû. Nêrîna wan hatibû girtin û wisa dest pê kiribû. Îro heman kes heman meseleyê gava di platformeke bêyî AKPê de nîqaş bikin jê re dibêje ‘ma çi karê we nîne’ ev yek mirov diheyirîne, ma ne wisa ye?”     

Pirsa Kurd çareser dibe (Mümtaz’er Türköne – Zaman)

Mümtaz’er Türköne, îro mijara “Xweseriya Demokratîk” nirxandiye û diyar kiriye ku divê mirov wekî kampanyaya têkiliya bi gel re a BDPê li vê projeyê binêre.

Bi kurtî nivîskar ev tişt nivîsandine:

“(...) BDP, ji bo girseya xwe ya hilbijartinê û bi ser wê jî ji bo tevahiya Tirkiyeyê pir bi pisporî rojevê çêdike. Hêj wêdetir Tirkiye pê diaxive û li ser nîqaşan dike. Heke Tirkiye bi hemdê xwe bikaribe van gengeşeyan bidomîne, wê demê yekitiya Tirkiyeyê dê bibe hêzeke gelekî xurt. Heke parçekirina Tirkiyeyê were nîqaşkirin, ew ê şiyana domandina yekitiya wê xurttir bike. Çi xweş! Em bi tirsên xwe yên bêbingeh re tên rû hev.”      

Plana hilbijartinê ya Ocalan  (Sedat Laçiner – Star)

Sedat Laçiner, di vê nivîsê de, bal kişandiye ser plana Abdullah Ocalan a hilbijartinê û mijar bi xwendevanan re parve kiriye.

Bi kurtebirî nivîs li ser van îdiayan e:

“(...) Li aliyekî Oacalan heye. Dixwaze derkeve derve. Ji bo derkeve jî tenê PKK li ber destî heye. PKK çend terorê bike û dûvikên wê çend kolan û Parlamentoyê biarîne hêza Ocalan a bazarê jî hin xurt dibe.wekî kesekî di nav çar dîwaran de Ocalan, ji bilî hêza çekdarî çi şansê wî nîne. Heke teror biqede, Ocalan jî dê biqede. Ji ber vê jî heta Ocalan di siyasetê de be dê teror /tundûtûjî jî her hebe.”

Heke Abdullah Gul kurd bûya (Adil Zozanî – Azadiya Welat)

Nivîskar ev gotara xwe bi kurtî wiha nivîsandiye:

“(...) Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul 30’ê kanûnê tê Amedê. Ev hatin girîng e. Bendewarî ew e ku Gul ji Amedê peyama sersalê ya ji bo tevahiya Tirkiyeyê bide. Gul dê li Amedê çi bêje? Bêguman, şêwirmendên wî dorfireh li ser peyama ku ew ê bide dixebitin. Her wiha divê paşguh neyê kirin ku Gul piştî civîna MGK’ê ya dawiya salê pêk bîne dê bê Amedê. Ev noqte, peyama Gul dê bide hê jî giranbuhatir dike. Lewre tiştên ku Gul dê li Amedê bîne ziman, dê wekî peyamên di civîna MGK’ê de hatine rafînekirin bêne qebûlkirin. Ligel raya giştî ya Tirkiyeyê siyaseta kurd jî dê peyamên ku li Amedê bêne dayîn wisa şîrove bike.

Ji ber ku bijarteka sêyemîn nîn e, Gul dê ji du riyan yekê bide ber Tirkiyeyê.
Riya yekemîn: Ji bo ku ev rê baş bê fêmkirin, divê em hinekê bi nav dîroka dema nêz ve biçin. Di 27’ê tebaxa 1992’yê de MGK li Amedê civiya. Ev civîn li ser pêşniyara Eşref Bîtlîs a ji bo Serokomarê demê Turgut Ozal li Amedê pêk hatibû. Ozal di vê civînê de xwest ku Serokwezîr Suleyman Demîrel û fermandarên artêşê ‘îkna’ bike. Ozal îkna bûbû ku pirsgirêka kurd bi rêbazên şer çareser nabe. Dixwest ‘dewletê’ jî li ser vê qenaeta xwe îkna bike. Lê nebû. Aqûbeta Ozal û Eşref Bîtlîsê ku li ser alternatîfên cihê serê xwe diêşandin, çi bû; tê zanîn.

Baska dewletê ya şer û şîdet li hemberî kurdan ferz dikir, serdest bû. Salên di bin serweriya vê baksa şerxwaz de derbasbûn 20 sal bi Tirkiyeyê dan windakirin. Di nava vê windakirinê de hêrî kêm 30 hezar kuştin hene. Bi milyar dolaran windakirina darayî heye. Lê ya herî girîng; dûrbûneke ji bo pêşveçûnên şaristaniyê çêbû.”

(AKnews)