Arsenal Chelsea 3-1 têk bir

Di gera 19mîn a Super Lîga Îngilîstanê de, tîma Arsenal, Chelsea têk bir.

2010-12-28 17:15:57
Li gorî medya ya cîhanê, Arsenal duhî li ser Stadyuma xwe “Emirates Stadium” li Londonê mêvandariya tîma Chelsea kir û bi encama 3-1 bi ser ket.

Di beşê yekemîn yê maçê de û di deqeya 44ê de, Arsenal golê xwe yê yekemîn bi riya Alex Song anî, herdu golên din jî ji bal Cesc Fabregas (51d) û Theo Walcott (53d) hatin tomarkirin.

Lîstikanê tîma Chelsea Branislav Ivanovic di deqeya 57ê de golê tîma xwe anî û maç bi encama 3-1 bi dawî hat.

Bi vê encamê, tîma Arsenal xwe gihande rêza duyemîn di Super Lîga Îngilîstanê bi 35 puanan li pey tîma Manchester United (37 puan), lê Chelsea bi 31 puanan di rêza çarem de ma.