Stada Arena ya Galatasarayê hat nasandin

Serokê Klûba Galatasarayê Adnan Polat, xebatkarên çapemeniyê li Stada Türk Telekom Arenayê gerandin. Stad, 15ê çileyê tê vekirin.

2010-12-26 15:30:24
Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê, Polat, xebatkarên çapemeniyê li stadê gerandin û derbarê wê de agahî da wan.

Polat, aşkere kir ku stad dê 15ê meha 1 ya 2011ê bête vekirin û jê pê de, tîma wan dê maçên xwe li vê derê bileyîze. Polat, da zanîn ku kêmasiyên stadê dê di nava salekê de durist bibin.  

Adnan Polat, bal kişand ku ew plan dikin ku di nav salekê de 78 milyar dolar kar ji vê stadê bi dest bixin, hedefa wan e ku 24 hezar bilêtên kombîne bifiroşin û got, niha ew gihîştine 19 hezarî.

Polat, bi bîr xist ku ew ê sala 2012ê banê vedibe-tê girtin li stadê çêbikin û got, “Ev stad hêjayî Lîga Şampiyonan û kupayeke Ewropayê ye. Meha sibat-adara pêş Serokê UEFAyê Michel Platini dê serdana stada me bike. Hingê em ê bi van tiştan biaxivin.”